PeyamaKurd - Pirsnameya lêkolînkirina hewla kuştina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku CHPê pêşkeşî parlemenê kir, ji aliyê parlamentarên AKP û MHPê ve hat redkirin.
CHPê ji bo lêkolînkirina bûyera hewla lînçkirina Kiliçdaroglu ku dema beşdariya merasîma cenazeyê leşkerekî li Enqerê rû dabû, pirsnameyek pêşkeşî parlemenê kir.
Parlamentarê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekîn li ser twitterê ragihand ku pirsnameya lêkolînê bi dengên AKP û MHPê hatiye redkirin.
Tekîn got, "Gelo hûn ji çi ditirsin ku derkeve holê?"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin