Heyeta MSD ê çû Moskovayê

Heyeta MSD ê çû Moskovayê

PeyamaKurd- Heyeta Meclisa Demokratîk ya Sûriyê bo bi grûba muxalif ya Moskovayê re mutabaqatê îmze bike li Moskovayê ye. Rûsya bi awayekî fermî mijarê ranegihand lê endamê rêvebiriya meclisa MDS ê Sinharib Barsom bi peyama ku da ajansa Russia Today Arabic de ragihandin.

Li gor peyamê; heyetekî ji MSD ê bi grûba ku weka ya Moskovayê tê zanîn, bi grûba bi navê Eniya Xelkê bo Guhertina Sûriyê û Azadiyê ku serokê wê Qedrî Cemîle, wê mutabaqatekî îmze bikin. Grûba Moskovayê tevlî kombûna destûra Sûriyê ya ku li Cenewreyê dewam dikir bûbûn û grûbekî bê çek û aştîxwaze.

Qedrî Cemîl wê roja duşemê li ser lihevkirinê peyamekî bide. Di nav heyeta ku çûye Moskovayê de Hîkmet Hebîb, Îlham Ahmed, Sinharib Barsoum û Sihanuk Dibo hene.

Li ser serê Partiya Îrade ya Gel ku perçeyekî ji eniyê ye, Qedrî Cemîle heye ku di nava muxalefeta layangirê Moskovayê de ye û di sala 2011an de ji Partiya Komunîst ya Sûriyê veqetiyaye. Têkiliyên Qedrî Cemîl bi Moskovayê re başin, li Rûsyayê îqame dike û cîgirê serokwezîrê Sûriyê yê berêye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin