Amerîka hêza teqwiye sand Kerkûkê

Amerîka hêza teqwiye sand Kerkûkê

PeyamaKurd- Berpirsê herêma bakûr yê Haşdî Şabî ya bi ser Bexdayê ve Muhammed Mehdî Bayatlı li Kerkûkê bo çapemeniyê ragihand ku Amerîka bo baregeha xwe ya Kerkûkê ya bi navê K1 ê teqwiye hêz şandiye.

Bayatlı got ku qeweta teqwiye ya bo Kerkûkê hatiye şandin tê de alavên zirxî û sîlihên giran hene û hem hêza baregeha K1 ê weka ya baregeha Anbarê ya bi navê Ayn-ul Esed e. Bayatlı nerazîbûna xwe bo vê yeke nîşan da û ji Bexdayê pirsî.

Leşkerên Amerîkayê çend caran li der û dora Kerkûkê li navçeya Hawîce û gundan bi dewriyeyî geriyaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin