Şande ji Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Swêd Şiyar Elî, endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD Elî Rehmon pêk hat.
Şande bi Wezîra Karên Derve ya Swed Ann Linda re li navenda Wezaretê ya li paytexta Swêdê Stockholmê civiya.
Di civînê de li ser geşedanên dawi yên li Başûr Kurdistan û hewldana dewleta Tirk ên afirandina şerê Kurd bi Kurdan re û binpêkirinên dewleta Tirk û siyaseta qirkirinê yên li herêmên dagirkerî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî hatin nîqaşkirin.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir, biryarên li dijî hin welatiyên bakurê Sûriyê yên li Swêdê, ne di cih de û siyasî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin