PeyamaKurd - Lêkolîner û pisporên Rojhilata Navîn ên Tirk li Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê daxuyaniyên Amerîkayê yên li ser vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê û Rojhilatê Firatê nirxandin. Hinek dibêjin, vekişîna Amerîkayê dê serkeftineke mezin be bo dijberên Amerîkayê, hin kes jî bi guman li vê biryarê dinêrin.
Serokê Lêkolînên Stratejîk ê SETAyê Hasan Basrî Yalçin di axaftina de diyar kir ku divê biryara Amerîkayê ‘Bi guman’ were pêşwazîkirin, lewra hêza leşkerî ya Amerîkayê Centcom naxwaze herêmê berde û her çiqas Trump ev biryar wergirtibe jî cîbicîkirina wê zehmet e.
Yalçin da xuyakirin, heger îro vekişîn destpê bike jî heta maweyeke 60 yan jî 90 rojan encex dikare ew vekişîn temam bibe û got, karbidestên Amerîkayê dê hewil bidin rêgiriyê li vekişînê bikin ku di vir de jî helwesta Trump dê girîng be.
Lêkolînerê Tirk bi bîr xist ku helbet daxuyaniya Amerîkayê bêhna Tirkiyê fireh dike û destnîşan kir, ji bo Tirkiyê pirsgirêka yekem a ewlekariyê ne PKK ye PYD ye ku hewla avakirina dewleteke biçûk dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin