Amarên dawî yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

Amarên dawî yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 71 kesên din bi Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, di 24 saetên dawî li Hesekê mêrek û li Kobanê jî jinekê bi Koronayê can da.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir: ‘‘71 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên pêketinê wiha ne: 16 kes li Hesekê, 17 kes Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 10 kes li Amûdê, 9 kes li Girkê Legê, 5 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Rimêlan û 1 kes li Ti Koçer e.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 11 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt 2517 kesan, ji wan 595 kes baş bûne û 86 kesan jî can dane.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin