Hesda Seibî li Xaneqînê herêma ewlehiyê ragihand

Hesda Seibî li Xaneqînê herêma ewlehiyê ragihand

PeyamaKurd - Hêza Heşda Şe'bî ku bi ser Îranê ve ye û bi fermî bûye hêzeke ji artêşa Iraqê, dorpêça ewlehiyê bi ser rojavayê navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê sepand.

Heşda Şe'bî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Lîwaya Çar a Heşda Şe'bî dorpêçeke ewlehiyê bi ser deverên rojavayê Diyaleyê sepandine.

Hat diyarkirin ku çekdarên Heşda Şe'bî bi operasyona li rûberê 21 kîlometreyan mijûl in li sînorê herêmê bi mebesta bidawîkirina liv û tevgerên çekdarên DAIŞê yên li wê deverê.

Ragihandina Heşda Şe'bî daye xuyakirin ku çekdarên wan çendîn xalên pişkinînê danîne û dixwazin ji devera pira Helwanî heta sînorê gundê Kerîm Dawûd kontrol bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin