Rapirsîna dawî: Di navbera Îmamoglu û Kurum de çiqas ferq heye?

Rapirsîna dawî: Di navbera Îmamoglu û Kurum de çiqas ferq heye?
PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna dawî ya hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê, di navbera namzedê CHP Ekrem Îmamoglu û namzedê AK Partiyê Murat Kurum de ferqeke pir kêm heye.

Kompaniya lêkolînan ya Asalê encamên rapirsîna hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ku li 39 navçeyan di rojên 23-27ê Sibatê de hatiye kirin belav kir.


Li gorî encamên rapirsînê Ekrem Îmamoglu %41.9ê dengan, Murat Kurum jî ji sedî 40.8ê dengan werdigire.

Di rapirsînê de derketiye holê ku namzeda DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî ji sedî 4,5ê dengên hilbijêrên Stenbolê werdigire.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin