PeyamaKurd – Di rapora Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ya “Stratejiya Parastina Netewî ya 2022” de, Çîn wekî gef û dijminê herî mezin di rêza yekem de hat nîşandan.
Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin rapora “Stratejiya Parastina Netewî ya 2022” bi daxuyaniyeke rojnamevanî eşkere kir.
Di rapora ji 80 rûpelan pêk tê de, bi belgeyan hişyarî tê dayîn ku, Çîn hewl dide hevalbendên Amerîkî yên li Hind-Pasîfîkê têk bide û artêşa xwe ya mezin ji bo zordestî û gefxwarina cîranên xwe bikar bîne.
Di raporê de hatiye diyarkirin, Rûsya ji bo Amerîka û hevalbendên wê metirsiyeke cidî ye, lê gefa herî mezin ji bo Amerîkayê Çîn e.
Lloyd Austin di axaftina xwe ya li Pentagonê de got: “Çîn tekane reqîbe ku hem niyet û hem jî hêza wê heye ku dikare nîzama navnetewî ji nûve biguherîne.”
Austin dibêje, Rûsya berevajî Çînê, nikare di demeke dirêj de bi awayekî sîstematîk li hemberî Amerîkayê bixebite, lê êrîşa Rûsyayê ya ser Ukrayna ji bo berjewendî û nirxên Amerîkî gefeke lezgîn û tûj e.
Hêjayî gotinê ye, belgeya stratejiyê ku ligel du raporên din ên li ser parastina moşekî û çekên navokî doh 28ê Cotmehê hatine weşandin, nexşeyek berfireh ji bo plansaziya leşkerî ya 4 salan pêşkêş dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin