PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li profesorê Kurd ku xelata matematîkê sitend li Prof. Koçer Birkar kir. Birkar Kurdê rojhilate û ji bajarê Merîwanê ye. Koçer Birkar di kongreya matematîkvanan de ya ku li bajarê Brezîlyayê, li Rio de Janerio de hatibû kirin, layîqê Madalye ya Fields hatibû dîtin.
Birkar, di mijara sitendina madalyayê de weha gotibû: “Ez hêvî dikim ku min bi vê xelatê min 40 mîlyon Kurdî bextiyar kiribe.”
Li ser vê gotina Prof. Birkar bersiveka xweş ji payîtexta Kurdistanê ji serok Mesûd Barzanî hat. Barzanî weha got: “Bi sedema ku tu biserketî, ez yek ji 40 mîlyon Kurd im ku bi te serbilindim.”
Barzanî di dewama axaftina xwe de weha got: “Bê guman te bi xebata xwe xelata xwe sitend û ev serkeftina te, temamê Kurdan bextiyar kir. Ez jî bi sedema bi destxistina te ya serkeftinê yek ji 40 mîlyon Kurdim ku bi kêfim û serbilindim. Ez hêvî dikim ku tu mezintir serkeftinan bi dest bixî. Ciyê kêfxweşiyê ye ku gêncekî Kurd di asta navdewletî de, di şaxeka zanistê de, bi zaniyarên ilmî re, bi pêşbirk xelatê bidest bixe, me kêfxweş dike. Hêvî dikim ku ev xebat bo ciwanên Kurd bibe mînak û weka birayê me Koçer, Kurdan di warê perwerde û zanistê de, bi dinyayê bidin nasîn û navê Kurdan bi dinyayê bidin ragihandin.”
Xelata ku bi navê matematîkvanê Kanadayî John Charles Fields tê dayîn, ji sala 1932an ve tê dayîn û di dinyayê de weka Nobel a matematîkê tê zanîn.
Prof. Koçer Birkarê Kurd, niha 40 saliye û di Zankoya Cambridge de ders dide. Birkar ji sala 2000an ve li Brîtanyayê dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin