Herêma Kurdistanê amûra tesbîtkirina vîrusa korona peyde kir

Herêma Kurdistanê amûra tesbîtkirina vîrusa korona peyde kir

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê amûra destnîşan û tesbîtkirina vîrusa koronaya nû peyde kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku ew amûr ji bo destnîşankirina kesên tûşî vîrusa koronayê bûne ye û encaman jî diyar dike.

Wezîrê Tenduristiyê îro ragihandibû ku wan rêkarên xwe zêde kirine, ji bo rê li ber belavbûna vîrusê bigirin û beriya çend rojan jî rênima û hişyarî ji bo welatiyan bi awayekî berfireh belav kirine.

Vîrusa koronayê piştî ku gihîşt Îranê li Rojhilata Navîn jî metirsî zêde bûye û îro yekem haletên tûşbûna vîrusa koronayê li Iraq, Behreyn û Kuwêtê jî hatin tomar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin