Li gor rapora Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê; Amerîka di herêmên di bin kontrola YPGê de, ji YPGê re 20 baregehên leşkerî ava kiriye.
Cîgirê sekretêrê Komîta Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Aleksandr Venediktov ragihand ku Amerîka aştî û aramiya Sûriyê xerab dike ku yek ji wan jî bo YPGê avakirina 20 baregehên leşkerîne û mudaxeleyên derve ne.
Rêvebirê Rûsyayê got ku gotinên Washingtonê yên li dijî terorê û kiryarên wan ji hev dûrin û weha dewam kir: “Wekî din jî Amerîka li El Tenefê sehayeka bi mezinahiya 55 km çargoşe îşxal kiriye û ev jî ecêbe.”
Rûsya got ku do Amerîka 600 leşkerên bi alavên zirxî yên deryayî û hêzên taybet sewqê Tenefa ser sînorê Iraq-Sûriyê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin