PeyamaKurd – Li Minbicê, di encama xwepêşandanên li dijî girtina xortan a di çarçoveya kampîna “leşkeriya neçar” de, 4 welatî bi guleyên hêzên asayişê hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, di çend rojên borî Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser di çarçoveya kampîna Erkê Xweparastinê “leşkeriya neçar” de dest girtina xortan li gund û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Li gor rewangehê, di 31ê Gulanê de li Minbicê alozî û nerazîbûn li dijî wê kampînê derket û di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn û rêveberiya bajarê jî qedexeya çûnûhatinê ji bo 48 saetan ragihand.
Do piştî xelkê Minbicê, qedexeya çûnûhatin şikand û careke din alozî û xwepêşandan derketin û xwepêşanderan êrîşî hêzên ewlehiyê kirin, rêbenda kontrolê ya Xetaf şewitandin û li gundê Kersanê jî riya M4ê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin