PeyamaKurd - Eskerên artéşa Îranê keriyek hespên kolberan kuştin û barên wan jî talan kirin.
Hat ragihandin ku eskerên rejima Îranê li devera Mîrawe ya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên Rojhilatê Kurdistanê ku dixwastin derbasî aliyê Başûr bibin gulebaran kirin.
Li gor zanyariyên berdest, kolberan ji neçarî û ji tirsa canê xwe hespên xwe hîştin û reviyan. Lê pasdaran hespên wan kuştin û barên wan jî talan kirin.
Çend roj berê jî li devera Hewraman, pasdarên Îranê derdora 70 hesp û dewarên kolberan girtibûn û ji wan re gotibûn, eger hûn hespên xwe dixwazin divê hûn serê her hespekî 6 milyon tûmen (derdora 1000 dolarî) bidin!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin