Rejîma Sûriyê nirxê nan û mazotê zêdetirî du qatan bilind kir

Rejîma Sûriyê nirxê nan û mazotê zêdetirî du qatan bilind kir

PeyamaKurd -  Hikûmeta Şamê nirxê gelek tiştên sereke yên jiyanê wek nan, şekir û mazotê zêdetirî du qatan bilind kir.

Wezareta Bazirganiya Sûriyê bi biryareke nû bihayê nan û mazotê bi rêjeyeke bilind zêde kir. Li gor biryara nû, nirxê nan ji 100 Lîreyên Sûrî kir 200 Lîre û nirxê lîtra mazotê jî ji 180 Lîreyî kir 500 Lîreyên Sûrî.

Li gor wezaretê, ev biryar li gor nivîseke ji Wezareta Petrol û bi şêwirmendiya bi Komîta Aborî re hatiye dayîn.

Krîza nan û cureyên petrolê li herêmên jêr kontrola rejîmê nehatiye çareser kirin û ji dema salekê ve ye mazot li ser xelkê nehatiye belavkirin.  27 meha borî jî hikûmeta Sûriyê nirxê şekir û birinc ji sedî 66 bilind kiribû.

Serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermanekê mûçeyên karmendên sivîl û leşkeran ji sedî 50î zêde kir, lê karmendên hikûmetê nikarin di çarçoveya vê bihabûnê de debara xwe bi vî mûçeyî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin