PeyamaKurd – Berdevkê hikûmeta Alman ji Reuters re got ku serokê demkî yê Sûriyê, Ehmed Şara, serdana xwe ya Berlînê ya ku di duşem û sêşemê de hatibû plankirin betal kiriye.
Şara biryar bû ku bi Şansolyeyê Alman Friedrich Merz û Serokkomar Frank-Walter Steinmeier re bicive. Herwiha biryar bû ku bi rêberên karsaziyên Alman re jî bicive.
Serdan li Almanya bû sedema rexneyên berfireh.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin