PeyamaKurd – Rêxistinên Navdewletî yên penaberan dişopînin radigihînin ku ji ber şer û bombebarana li başûrê Idlibê dibe ku zêdetirî 400 hezar sivîl di nav çend hefteyan koçber bibin.
Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî, ragihand ku dibe ji ber rewşa xerab a li Idlibê zêdetirî 400 hezar sivîl koçber bibin û diyar kir, niha Idlib û bakurê Sûriyê ji ber hijmara zêde ya koçberan û kêmbûna pêwîstiyên mirovî di kirîzeke mirovî ya zêde xerab de derbas dibe.
Herwiha nexweşxaneyên Idlibê jî rewşa awarte ragihandine ku ji ber hijmara zêde ya nexweşan û kêmbûna pêwîstiyên pizîşkî, dibe ku zarokên nexweş û mezin jî rûbirûyî metirsiyê bibin.
Heta ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê, bi qasî milyonek û 100 hezar sûriyeyî koçberî Idlibê bûne ku ji ber rewşa şer dibe careke din koçber bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin