PeyamaKurd- Rêya navbera Heleb û Lazkiyê ku bi rêya M4 tê navandin, ji aliyê tîmên artêşa Tirkiyê û ya Rûsyayê de hat vekirin û wê dewriyeyên hevbeş destpêbikin. Berya dewriye destpêbikin kontrola rê ji aliyê endazyarên Tirkiyê de hatiye kirin da bo dewriyeyan amade be.
Li gor peymana navbera Tirkiyê û Rûsya de, wê der û dora rê ji grûbên çekdar bên paqijkirin da artêşa Tirkiyê û Rûsya bi hevparî dewriyeyên xwe bidin destpêkirin. Barê paqijkirina herêmê ji grûbên çekdar Tirkiyê girtibû ser milên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin