Rjîma Îranê di nav du mehan de 27 ji wan Kurd, 87 kes îdam kir

Rjîma Îranê di nav du mehan de 27 ji wan Kurd, 87 kes îdam kir

PeyamaKurd – Li gorî amarên du mehên destpêka sala 2023yan 87 kes bi biryara dadgehên rejîma Îranê hatine darvekirin ku 27 ji wan Kurd in.

Herî dawî duh 22yê Sibatê çalakvanê siyasî yê Kurd Erîş Ehmedî (Serkewt) ku endamê Partiya Komaleya Zehmetkêşan bû, bi tometa kuştina efserekî di sala 2018an de li bajarê Rewansar ê parêzgeha Kirmaşanê, hat bidarvekirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, çar ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, di xwepêşandanên mehên borî de hatine girtin û 37 kes jî bi tometa bikaranîna madeyên hişbir hatine bidavekirin.

Di rapora Rêxistina Mafên Mirovan de hatiye gotin: “Her darvekirinek li Komara Îslamî ya Îranê, pirseke siyasî ye, ji ber ku armanca wê ya sereke ew e ku tirsê di civakê de çêbike”.

Li gorî çalakvanên mafên mirovan û opozisyona Îranê, desthilat cezayê bidarvekirinê wekî amûrekê ji bo tirsandin û tepeserkirina xwepêşandanan bikar tîne ku piştî kuştina Jîna Emînî, xwepêşandanên berfireh hatin kirin.

Li gorî amarên Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan berhev kirine, ji destpêka îsal ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 87 kes hatine bidarvekirin ku 27 ji wan Kurd in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin