PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 609 kesên din bi koronayê ketine û 23 kesan jî can daye.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di encama pişkinînan de 609 pêketiyên nû yên koronayê hatine tomarkirin ku 267 li Hewlêrê, 204 li Duhokê, 110 li Silêmanî û 28 jî li Helebcê ne.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 23 kesên din ji koronayê can dane ku ew jî 9 kes li Hewlêrê, 8 li Duhokê û 6 kes jî li Silêmanî ne.
409 nexweşên koronayê jî baş bûne ku 228 li Hewlêrê, 103 li Duhokê, 56 li Silêmanî û 22 li Helebcê ne.
Bi van amaran re, heta niha li Herêma Kurdistanê 30 hezar û 535 kes bi koronayê ketine, 19 hezar û 378 kes baş bûne û hezar û 148 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin