PeyamaKurd- Berpirsê karên ewlekariyê yê Hîzbûllah a Iraqê (Ketaib Hizbullah) ê Ebû Elî El Eskerî, careka dinê bi sedema ku destê serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî di kuştina Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendis de heye, di ser hesabê xwe yê Twitterê de tehdîd kir
Ebu Elî El-Askerî di peyama xwe de weha got:
“ Di îro de cejna me nabe cejna me. Kengê tola qatilên Suleymanî, Muhendîs û bajarê El Kaymê bê sitendin, ew roj cejna me ye. Ji Kazimî heya pileya herî kêm, kesên ku bo êrîşê bûne alîkar, wê ji ceza rizgar nebin.”
Ketaîb-î Hîzbûllah, berê jî dema wezîfeya avakirina hukumeta Iraqê dabûn Kazimî, gotibû ku destê Kazimî di kuştina Qasim Suleymanî de heye û dayîna wezîfê bo Kazimî tê vateya îlana şerê li hemberê xelkê Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin