PeyamaKurd - Biryar e îro (29.03.2019) piştî rêkeftina Mekteba Sîyasîya YNKê li bajarê Hewlêrê bicive.
Çavkanîyeke ji Mekteba Sîyasî ya Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dîyar kir ku îro piştî nîvro Mekteba Sîyasî ya YNKê li Hewlêrê dê bicive.
Civîna Mekteba Sîyasî ya YNKyê di demekê de ye ku 2703.2019an şandeka Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) li gel berpirsên YNKyê civîya bû, lê tu rêkeftinek di nêvbera wan da çênebûbû li ser pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê.
Duhî, pêncşembê Serokê Firakisyona PDKyê li perlemana Kurdistanê Ûmêd Xoşnaw, di civîneka rojnamevanîyê da got: Êdî PDK karkirina serokatîya Herêm û pêkanîna hikumetê gîro nake, lew em hêvîdar in rêkeftina li gel YNKê demeka dirêj nekêşe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin