PeyamaKurd - Derket holê ku Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaşê li 5 bajaran di 12 dozan da tê darizandin.
Li gor agahiyan Demirtaşê di çarçoveya Dozgeriya Diyarbekirê de di 4ê mijdara 2016an de hatibû girtin û derdikeve mehkemeyê.
Der heqê Demirtaşê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê girtî de li Enqere, Stenbol, Şanliurfa, Qeyserî û Mersinê 12 doz hatine vekirin.
Di dozên hatine vekirin de Demirtaş ji ber sûcên wekî "avakirin û rêvabirina rêxistina terorê ya çekdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "pesndayîna sûc û sûcdar", "ji bo dijminahiyê tehrîkkirina gel", "ji bo krina sûc tehrîkkirin", "ji ber wezifeyê heqareta li wezifedarên dewletê", "heqareta li Serokomar", "li berevajiyê qanûnan tertîbkirin, rêvabirin û tevlîbûna çalakî û meşên dereqanûnî", "Li berevajiyê qanûnan ji bo meş û civînan tehrîkkirina gel", "îftiraya li dijî wezifedarên dewletê", "piçûkdîtina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê", "piçûkdîtina milet, saziyên dewletê û Dewleta Komara Tirkiyeyê", "piçûkdîtina ezayên daraz, eskerî û ewlekariya welêt" tê darizandin.
Ji ber ku dosye şandine Stenbol û Enqereyê dozên li Diyarbekirê der heqê Demirtaş da hatine vekirin li van bajran tên dîtin.
Doza di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşan da hatibû vekirin ji ber ewlehiyê neqlê Dadgeha Cezayê Giran 19an ya Enqere kirin. Di dozê da ji bo Demirtaş ji ber 7 sûcan ji 43 salan hetanî 142 salan ceza tê xwestin. Di îdianemayê da tê gotin ku Demirtaş di gelek axftinên li ciyên cuda da propagandaya PKKê kiriye û pesnê wê daye. Di îdianameyê da cî dan rola Demirtaş a bûyerên 6 û 8ê cotmehê ku tê de 50 kes hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin