PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê 100 jin û zarokên DAIŞê radestî welatê Kazaxistanê kir
Berdevkê Pêwendiyên Derve di Rêveberiya Xweser de Kemal Akif ragihand ku rêveberîya xweser 70 zarok û 30 jinên malbatên çekdarên DAIŞê yên bi regeznameya Kazaxistanê radestî Kazaxistanê kir.
Akif da zanîn ku piştî danûstandina di navbera herdu aliyan de ew kes hatine radestkirin û got, ew ji bo radestkirina DAIŞiyan bi gelek welatên biyanî re pêwendiyên xwe didomînin.
Berî niha jî Rêveberîya Xweser hejmarek zarok û jnên DAIŞê yên bi regeznameyên bîyanî radestî welatên wan kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin