PeyamaKurd - Rojnamevanê Tirk Alî Tarakçî di bernameyeke weşana Youtube de got ku roja înê Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan li Îmraliyê be Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.
Alî Tarakçi di bernameya Çaglar Cîlara de li ser pirsa derbarê gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku gotibû, 'Parêzerên Ocalan dikarin biçin serdana wî' îdia kir, "Hakan Fîdan roja înê (10.05.2019) li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek dikir, vê gelekî eşkere dibêjim."
Tarakçi di berdewamê de jî got, "Her kes diguhere, tiştekî din dişke" û derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê de wiha peyivî: "Ev ji pêvajoyeke nû ya çareseriyê gelekî cudatir e. Pêwîste ji ser Sûriyê ve em lê binêrin. Îro yek ji rayedarên herî pilebilind ê Amerîkayê got ku hêzeke nû tê herêmê. Çi hêz e em nizanin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin