Li Rojilatê Kurdistanê festîvala helbestan tê lidarxistin

Li Rojilatê Kurdistanê festîvala helbestan tê lidarxistin

PeyamaKurd - Li bajarê Gîlan ê parêzgeha Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê, yekemîn festîvala helbestên kurdî tê lidarxistin.

Medya Îranê ragihand ku meha Sibata sala bê li bajarê Gîlan festîvala helbestên kurdî tê lidarxistin.

Amadekarê festîvalê dan xuyakirin ku ew kesên dixwazin beşdarî festîvalê bibin dikarin heta domahîka meha Çile ya sala 2020an berhemên xwe bişînin ber destê wan.

Li ser afîşa festîvalê hatiye nivîsîn ku ew festîval taybet ji bo parêzgehên Ûrmiye, Kirmaşan, Sine, Îlam, Hemedan û Loristanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin