PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdara 2020an car din dibe namzed, daxwaza paşxistina hilbijartinan kir.
Li gorî rapirsînên herî dawî yên hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê, reqîbê Trump, namzedê Partiya Demokrat Joe Biden bi qasî 15 pûanan ketiye pêşiya wî.
Trump îro li ser twitterê li dijî sîstema hilbijartinê ya ji dûr ve derket û û daxwaza paşxistina hilbijartinan anî ziman.
Donald Trump îdia dike ku wê hilbijartinên 2020an hilbijartinên herî bi hîle yên dîroka Amerîkayê bin ku ji ber nexweşiya Covid-19 cara yekem bi sîstema dengdana ji dûr ve û posteyê têne pêkanîn.
Hêjayî gotinê ye, ji bo paşxistina hilbijartinên Amerîkayê pêwîstî bi biryara kongreyê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin