Rûhanî: “Amerîka wê posman bibe!”

Rûhanî: “Amerîka wê posman bibe!”

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî ji ber êrîşa çekdarî ya li bajarê Ahwazê, Amerîka mesûl girt û got ku Amerîka wê poşman bibe.

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî berî ku here bajarê Amerîkayê New Yorkê, li Tehranê daxuyaniyek kir. Ruhanî wiha dewam kir: “Dewletên Korfezê yê ku destekê ji Amerîkayê distînin, hem leşkerî û hem jî malî alîkariya van êrîşkaran dikin. Amerîka jî ji bo ku ev dewlet van sûcan bikin, alîkariyê dide wan. Îranê wê bersiva van êrîşan bide. Amerîka dixwazê herêmê tevlîhev bike, lê wê poşman bibe.

Li Îranê li bajarê Ahwazê di dema merasîma derbasbûnê ya leşkerî de komeke çekdar êrîşî leşkerên Îranê kiribûn û di encama êrîşê de herî kêm 29 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin