PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh 5ê Nîsanê agirbesta Idlibê dîsa hatiye binpêkirin.
Wezaretê ragihand, 5ê Nîsanê agirbest 5 caran hat binpêkirin û şer di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de derket.
Herwiha li gorî zanyariyên dawî, ji destpêka agirbestê ango rêkeftina Moskowê ya 5ê Adarê ve artêşa Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li Idlibê zêde dike û herî dawî jî li herêma Birnas li rojavayê Idlibê xalek ava kiriye ku hejmara giştî xalên Tirkiyê gihîştiye 56an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin