Rusya: Amerîka, hebûna xwe li wê derê zêde dike

Rusya: Amerîka, hebûna xwe li wê derê zêde dike

PeyamaKurd- Li baskê Parlamentoya Rusyayê ya Dumayê, Alîkarê Komîsyona Karên Derve Aleksey Çepa diyar kir ku Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî li Cemsera Bakur zêde kiriye.

Parlamenterê Rusyayê Çepa li ser îdiayên ku di medyaya Amerîkayê de tên kirin de diyar kir ku Amerîka li Cemsera Bakur xwe ji bo pevçûneke mezin amade dike.

Çepa bi berdewamî got, “Ev hewildaneke ku Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî ya li Cemsera Bakur ji bo raya giştî ragihîne. Ji ber ku Amerîka di hewildanên xwe yên kontrolkirina Cemsera Bakur de ji serkeftina me ya di organîzekirina xebata li ser Rêya Deryaya Bakur de gelek aciz e. 

Ew ji xebata me ya li ser hilberîna madenê li vê herêmê aciz e. Ew fêm dikin ku ev herêm çiqas dewlemend e, ji ber vê yekî vê hawirê çêdikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin