Rûsya baregeheke nû ya leskerî li Qamisloyê ava dike

Rûsya baregeheke nû ya leskerî li Qamisloyê ava dike

PeyamaKurd - Rûsya hewil dide baregeheke leşkerî ya nû li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ava bike û ji bo 49 salan li wir bimîne.

Rojnameya Şerqul Ewsedê ragihandiye ku medya Rûsyayê dibêje, Moskowa bi hikumeta Sûriya re dest bi danûstandinan kiriye daku baregeheke leşekrî li balafirxaneya bajarê Qamişloyê li Rojavaya Kurdistanê ava bike û ji bo dema 49 salan li wir bimîne.

Rojnameyê eşkere jî kiriye, armanca Rûsyayê ji vê yekê ew e ku pergala berevaniyê li wê baregehê bi cî bike.

Eger Rûsya û hikumeta Sûriya li hev bikin , ev baregeh dibe sêyem baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyayê piştî Himemîm û Tertûsê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin