PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Civata Ewlehiya Rusyayê Dmitriy Medvedev, li ser tevlîkirina Donbas û hin herêmên din ên nav axên Rusyayê axivî û da zanîn ku ji bo berevaniya van herêman, dibe ku Rusya çekên nukleerî bi kar bîne.
Dmitriy Medvedev, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser axaftina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a duh ku bang li neteweya xwe kiribû.
Medvedev, di nirxandinên xwe de bal kişand ser referandûmên ku tê payîn ji aliyê Rusyayê ve bê kirin û got,
“Ya yekemîn, ew ê ew referandûm çêbibe û dê Komara Donbasê û herêmên din, tevlî axên Rusyayê bên kirin.
Ya duyemîn, derfetên berevaniya van herêmên ku bên tevlîkirin, dê ji aliyê hêzên çekdar ên Rusyayê ve werin bihêzkirin.
Ya sêyemîn, ji bo berevaniya van herêman, ne tenê derfetên seferberiyê, dibe ku di heman demê de çekên nukleerî yên stratejîk jî bên bikaranîn.”
Li gorî biryara rayedarên Rusyayê, di navbera 23 û 27ê Îlonê de li herêmên ku wekî Komarên Donetsk û Luhanskê tên binavkirin û li herêmên Zaporijya û Hersonê, dê referandûm çêbibe da ku ev hemû tevlî axên Rusyayê bên kirin.
Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve jî daxuyanî hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku “Referandûmên sexte, dê tu tiştî neguherînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin