Rûsya dîplomatên Almanya derdixe derveyê welatê xwe

Rûsya dîplomatên Almanya derdixe derveyê welatê xwe

PeyamaKurd – Bi sedema ku Almanya dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derxistibû li hemberê vê kiryarê wezareta karên derve ya Rûsyayê biryarê da ku dîplomatên Almanya derxe derveyê welatê xwe.

Rûsya weka sedem nîşan da ku 30 dîplomatên Almanya li Rûsyayê agahiyên îstîxbaratî dide hev û li hemberê kiryarên Almanya ji Berlînê re gotine ku wê her 30 dîplomatan derxin derveyê sînorî. Di daxwuyaniya Rûsya de hat gotin ku:

“Rêvebiriya Almanya car din biryara derxistina derve ya dîplomatên Rûsya da. Em vê tevgera Berlînê ya ku tora dîplomatîk ya navbera her welatan xerab dike, şermezar dikim. Me biryarê li hemberê biryara Almanya da.

Me biryarê da ku jimara dîplomatên Almanya yên li Rûsyayê daxin jimara herî kêm. Tewrê Almanya dijminane ye û lewra me jimara dîplomatan daxist.”

Biryar di 5 ê Nîsana 2023an de me teblîxê balyozê Almanya yê li Moskovayê G. von Geyr kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin