PeyamaKurd – Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, ji Rûsyayê daxuyaniyên curbecur tên ku vê biryarê bi şik û guman pêşwazî dikin.
Beriya niha Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî gotibû ku ew sedemên biryara Trump nizanin û ji vekişînê jî bi guman in.
Herî dawî rayedarê wezareta derve ya Rûsyayê Îgor Tsarikov îro pêncşemê ragihand ku ew hîn jî sedema vekişînê nizanin û got, dê welatê wan çareyekê ji vê hemleya Amerîkayê re bibîne.
Tsarikov şik û gumanên xwe anî ziman û diyar kir, "Me gelek caran gotibû ku Amerîka li pey çareseriyeke nerewa ye li Sûriyê“ û got, “Em hê planên dahatuyê yên Amerîkayê nizanin. Em ê çareyekê ji vê hemleyê re bibînin.“
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin