PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, li ser stratejiya BRICSê axivî û diyar kir ku tevahiya bala wan, li ser peydakirina rêyên ji bo berdewamiya bazirganiya hevpar a bi awayekî ku ne girêdayî pergala di bin kontrola Amerîka û Rojava de be.
Sergey Lavrov, piştî 15emîn Lûtkeya BRICSê ya ku li Johannesburga Afrîkaya Başûr hat kirin bersiv da pirsên rojnamevanan.
Lavrov diyar kir ku divê şert û mercên Rusyayê yên ji bo peymana genim bên bicihanîn û got, “Wekî ku Serokê Rusyayê Vladimir Putin jî got, em amade ne ku beşa Ukraynayê ya pakêtê di heman rojê de di heman demê de ji nû ve dest pê bikin.
Sergey Lavrov diyar kir ku niha ji bo welatên BRICSê, pereyê yekgirtî ne di rojevê de ye û wiha got:
"Niha pereyê hevpar ne di rojevê de ye. Hemû bala me li ser dîtina rêyên ji bo garantîkirina bazirganiya xwe ya hevpar e ku ne girêdayî pergala di bin kontrola Amerîka û Rojava de ye.
Rojava, şiyan û vîna xwe îspat kiriye ku pozîsyona xwe xirab bike ku dikare bi binpêkirina hemû rêgezên bazara azad, bazirganiya navneteweyî û Rêxistina Bazirganiyê ya cîhanê pereyê rezervê çap bike da ku bigihîje armancên siyasî."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin