Rûsya: Em spasdarê serokên Hamasê ne

Rûsya: Em spasdarê serokên Hamasê ne

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, têkildarî berdana 2 welatiyên Rûs ên li Xezzeya dorpêçkirî yên ji aliyê Hamasê ve hatin berdan, daxuyaniyeke nivîskî da.

Zaharova spasiya rêberên Hamasê kir ku bi erênî bersiv dane bangên wan ên ji bo berdana welatiyên Rûs ên li Xezeyê dîl hatine girtin.”

Wê herwiha da zanîn, dîplomasiya Rûsyayê her tişt ji bo rizgarkirina welatiyên xwe kir.

Zaharova got, "Em spasiya lîderên Tevgera Hamasê dikin ku bi awayekî erênî bersivê didin bangên me yên lezgîn. Ji bo Rûsên li Xezzeyê mane demildest bên berdan em ê hewl bidin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin