PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov got ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê di vê mehê de li ser Sûriyê, dîsa hevdîtinekê pêk bînin.
Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov di derbarê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniyek kir û got ku rewşa Idlibê pir krîtîk e. Di hemî qadan de Tirkiyê û Rûsyayê li hev nekirine. Ji ber vê yekê di asta herî bilind de hevdîtineke dî jî divê.
Peskov di derbarê hûrgiliyan de agahî nedan û wiha got: “Dibe ku Tirkiye dîsa mijara agirbesê bîne rojevê. Lê Rûsya dibêje ji bo ku sivîl werin texliyekirin, divê korîdorên ewle werin vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin