Rûsya fisarê li rejîma Esed dike ku bi HSDê re cidî bin

Rûsya fisarê li rejîma Esed dike ku bi HSDê re cidî bin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya ji bo rejîma Esed bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re gotûbêjên çareseriyê bike, fişarê li ser dike û dixwaze rêveberiya Şamê di muzakereyan de cidî be.

Li gorî nûçeya malpera Al Arabiya ku dispêre çavkaniyeke hêzên Kurd, Moskow fişarê li ser rêveberiya Beşar Esed dike daku gotûbêjên çareseriyê bi awayekî cidî ligel HSDê bike.

Di nûçeyê de tê gotin, “Hikûmeta Şamê li ser tevlîkirina HSDê bo nav artêşa Sûriyê rûbirûyî fişarên Rûsyayê ye.”

Herwiha Al Arabiya îdia dike ku rêveberiya Şamê ji pêwendiyên navbera HSD û Polîsê Federal ê Rûsyayê bi fikar e û ditirse ku hêzên Kurd li bakurê rojhilatê Sûriyê bikevin şûna artêşa Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin