PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya fuzeya Zirkon ya hîpersonîk ya seyrê ceribandiye û bi temamî li hedefa xwe ya ku hezar km dûre, xistiye. Ceribandin ji Derya Barensts ê ji bo Derya Sipî hatiye kirin.
Wezareta bergiriyê dîmenên wexta avêtina fuzeyê belav kir û got ku ceribandina fuzeyê perçeyekî ji ceribandina sîlihekî nû ye. Serok Rûsyayê Putin berê ragihandibû ku fuzeyên zirkon yên seyrê, bê reqîbe û ji nesla nûye. Fuzeyên zîrkonê ji deng 9 car zêdetir bilez diçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin