PeyamaKurd – Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Sûriyê; 3 balafirên Rûsyayê seet di 17.00an de, ji balafirgeha Lazkiyê ya bi navê Hmeymimê bi hewa ketin û 4 cara êrîşê birin ser Idilibê. Balafir, li Idlibê li gundê Aynşibê li atolya marangozekî xistin.
Di encama êrîşan de, 2 kesên sîvîl mirin û 21 kes birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanê da wan derman bikin.
Bi êrîşên Rûsya û rejîmê di nav rojê de jimara miriyên li Idlibê derket 3 kesan. Rûsya di sê rojên dawiyê de li Idlibê li 27 noqteyan xistiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin