Rûsya li ser milkên xwe nota da Amerîkayê

Rûsya li ser milkên xwe nota da Amerîkayê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ji ber "binpêkirina hiqûqê navneteweyî" ya di mijara mal û milkên dîplomat ên Rûsî de notaya protestoyê ji Amerîkayê ra şand.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji hêla Wezareta Karên Derva hat dayîn da hat gotin ku ji ber binpêkirinên li hemberî mal û milkên Rûsyayê yên li Amerîkayê, bi navbeynkariya qasidên dîplomatîk ve ji Washingtonê re notaya protestoyê hat şandin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe da ragihand ku Amerîka li hemberî mal û milkên wan ên dîplomatîk hiqûqê navneteweyî binpê dike. Herwiha hat îfade kirin ku: "Destdanîna ser milkên dîplomatîk li dervayê peywendiyên di navbeyna herdu aliyan de dimîne û herwiha em bala Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî dikşînin ser van binpêkirinan.1”

Rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê de di îlona sala 2017an da Serkonsolosxaneya San Fransîscoyê ya Rûsyayê û nûnertiyên bazirganiyê yên li New York û Washingtonê yên Rûsyayê girtibû.

Di daxuyaniya hikûmeta Rûsyayê de ew gav wekî "dijminkî" hat hesibandin û hat xwestin ku bila ew mal û milk îadeyî Rûsyayê bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin