Serokê Komîsyona Parastinê ya Parlementoya Rûsyayê Shamanov got ku Moskova, di şerê Sûriyê de, ji 200 sîlihan zêdetir sîlihên nû ceribandine.
Şerê Sûriyê ji sala 2011an heya niha dewam dike û Rûsya ji 200 sîlihên nû zêdetir sîlih ceribandiye. Serokê Komîsyonê ya Dûmayê Vladimir Shamanov weha ragihand: “Di dema me bi dostên xwe re alîkarî dikir, me ji 200 cûreyê zêdetir sîlihên nû ceriband. Welatên ku ne hevkarên me ne jî, bo kirîna sîlihan seredana me dikin. Ev ne tesadufiye.”
Ragihandin ji aliyê ajansa AFP ya nûçeyan ve hat belavkirin lê di derbarê cûreyên sîlihan de, ti agahî neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin