Rûsya: Metirsiya ku çekdarên sûrî derbasî Rûsyayê bibin nayê înkarkirin

Rûsya: Metirsiya ku çekdarên sûrî derbasî Rûsyayê bibin nayê înkarkirin

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Seromolotov ji ajansa rûsî Sputnikê re li ser mijara beşdarbûna nav şerê Qerebaxê ya çekdarên Sûriyê ku bi destê Tirkiyê têne şandin, daye xuyakirin, “Metirsiya ku terorîst derbasî Rûsyayê bibin nayê înkarkirin.”

Seromolotov daye zanîn ku hêzên ewlekariya Rûsyayê rewşê ji nêz ve dişopînin.

Herwiha Moskowê berî niha fikarên xwe ji bo anîna çekdarên ji Sûriye û Lîbyayê di şerê herêma Qerebaxê de anîbû ziman.

Li gorî amarên SOHRê belav kirine, heta niha herî kêm 2 hezar û 350 çekdarên sûrî ji bo beşdarbûna şerê Qerebaxê li kêleka Azerbaycanê hatine şandin û 320 ji wan jî vegeriyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin