PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku balafirekî Rûsyayê ya Su-34 li devera Volgogradê di dema fira perwerdê de ketiye lê muretebatê balafirê rizgar bûne.
Li gor ragihandina wezaretê; balafira ku aîdê hêzên fezayî û hewayê ye, li devera Volgogradê di wexta fira perwerdê de ketiye û ajotvanên (pîlot) wê, kursiyê xweavêtinê bikaranîne û ji mirinê rizgar bûne.
Balafir, ketiye ciyekî tenha û di balafirê de muhîmmat tinebûye. Sedema ketina balafirê li gor wezaretê; ariza teknîkiye lê pispor li ser sedema ketinê xebatên xwe dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin