Rûsya û Misirê tetbîqata hevpar li dar xistin

Rûsya û Misirê tetbîqata hevpar li dar xistin

PeyamaKurd Hat ragihandin ku tetbîqata deryayî ya hevpar a ku hêzên Misir û Rûsyayê li avên xaka Misrê li dar dixistin bi dawî bû.

Berdevkê Artêşa Misirê Garîb Abdulhafiz di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, artêşa Misir û Rûsyayê tetbîqata deryayî ya bi navê "Pira Dostaniyê 5" li dar xistin.

Ebdulhefiz destnîşan kir, tetbîqat di çarçoveya bernameya perwerdehiya hevpar a ku artêşên Misir û Rûsyayê bi rêkûpêk dewam dikin de hat lidarxistin û destnîşan kir ku armanca wê pêşxistina têkiliyên leşkerî û parvekirina ezmûnan e.

Garib Abdulhafiz derbarê cih, dem û leşkerên beşdar ên tetbîqatê de li avên xaka Misrê agahiyên berfireh neda.

Tetbîqata "Pira Dostaniyê" ya ku cara ewil di sala 2015an da di navbera Misir û Rûsyayê da hat lidarxistin, ji sala 2019an vir va her sal tê lidarxistin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin