Rûsya û Ûkrayna 230 leskerên dîl bi hev guhertin

Rûsya û Ûkrayna 230 leskerên dîl bi hev guhertin

PeyamaKurd – Bi navbeynkariya dewleta Îmaratan, di navbera Rûsya û Ûkrayna de 230 dîlên leşker bi hev hatin guhertin. Ji 230 leşkeran 115 leşker yên Ûkrayna ne û 115 jî yên Rûsya ne.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand bi navbeynkariya dewleta Îmratan piştî muzakere hatin kirin, 115 leşkerên Rûsyayê yên li devera Kurskê esîr ketibûn, wan teslîm sitendine û li hemberê wan 115 dîlan, 115 leşkerên Ûkraynayê serbest berdane. Wezaret weha got:

“Niha leşkerên Rûsyayê gihane axa Belarûsê. Desteka derûnî û alîkariya tenduristiyê didin leşkeran. Dikarin bi malbatên xwe rê têkiliyan deynin. Leşkerên serbest mane, emê wan bînin Rûsyayê.”

Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku leşkerên wan giham emalên xwe û ji bo navbeynkariya Îmaratan sipasiya xwe ragihand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin