PeyamaKurd – Rûsyayê bajarê Kîev ê paytexta Ukraynayê îro di saetên serê sibehê de bombebaran kir. Wezareta Berevaniya Ukraynayê diyar kir, Rûsyayê bi dronên bombekirî êrîşî Kîevê kiriye.
Li gor zanyariyan, di saetên serê sibê de ji ber êrîşên hêzên Rûsyayê yên li ser Kîevê, li bajêr du teqînên cuda çêbûn.
Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko bi daxuyaniyekê da zanîn, li taxa Şevçenskî ya paytext 2 teqînên cuda çêbûne.
Herwiha Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêmî ya Kîevê Oleksiy Kuleba ji niştecihên Kîevê xwest ku guh bidin hişyariyên hewayê.
Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermakê li ser êrîşê eşkere kir, bi dronên Kamîkaze êrîşî Kîevê hatiye kirin.
Wezareta Berevaniya Ukraynayê jî destnîşan kir, Rûsyayê îro bi dronên bombekirî êrîşî paytext bajarê Kîevê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin