PeyamaKurd - Rûsyayê di şerê Ukraynayê de ji bo rojên 6 û 7ê Çileyê 2023yan û dema 36 saetan agirbest ragihand.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, ferman daye Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu ku ji 6ê Çileyê demjimêr 12:00 heta 7ê Çileyê demjimêr 00:00 di hemû xetên temasê yên şerê Ukrayna de agirbestê ragihîne.
Herwiha bang li Ukraynayê jî hatiye kirin agirbestê bo wan rojan ragihîne daku bawermendên ortodoks bikarin beşdarî merasîmên olî yên Noelê bibin.
Hîn ji aliyê Ukraynayê ve derbarê agirbestê de, daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin