Rusyayê, êrîsî Kievê kir: Kustî û birîndar hene!

Rusyayê, êrîsî Kievê kir: Kustî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê qada berevaniya Ukraynayê hatin ragihandin, Rusyayê li dijî paytexta Ukraynayê Kievê, êrîşeke moşekî kir. Li gorî hat ragihandin, di encama vê êrîşê de kuştî û birîndar çêbûne.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku duh bişev li dijî Kievê êrîşa moşekî ya hêzên Rus çêbûye.

Hat ragihandin ku di vê êrîşê de 1 jê zarok, 3 kesan can dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Gerînendehiya Polîsan a Neteweyî ya Ukraynayê de jî hûrgilî hatin parvekirin û hat diyarkirin ku di encama êrîşê de keçeke 9 salî, dayika wê ya 34 salî û jineke 33 salî can dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat diyarkirin ku nexweşxane, kreş, avahiyeke pirqatî û gelek maşînan jî xisar dîtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin