PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser pêşniyara Polonyayê ya şandina hêza aştiyê bo Ukraynayê û nîqaşên li ser wê mijarê di nav NATOyê de, bertek nîşan da.
Di roja 28emîn a êrîşa Rûsyayê ya Ukraynayê de, Lavrov li ser nîqaşên şandina hêza aştiyê bertek nîşan da û got, wê ev bibe sedem ku Rûsya û NATO yekser werin hemberî hev.
Lavrov herwiha li ser danûstandinên aştiyê yên berdewam bi Ukraynayê re jî diyar kir ku bi zehmetî derbas dibin û îdia kir, Kîev her tim pozîsyona xwe diguherîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin